Niştedagîr û milîsên dagirkeriya Tirkî dest bi birîna darên zeytûnê kirine

AFRINPOST-Taybet

Li herêma Efrîna dagirkirî birîna daran ji bo niştedagîr û milîsên dagirkeriya Tirkî bûye jêdera jiyanî ango debara jiyana xwe bi birîna daran dikin.

Bi nêzîkbûna werza zeytûnan dagirkeriya irkî rê nade ku heta dawiya werzê niştedagîr û milîs daran bibirin.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirk bi şêweyekî demkî heta dawiya werza zeytûnan rê nade ku milîsên wê daran bibirin.

Lê belê tiştê aşkere ku dagirkerî bi carekê li pêşiya diziya berhem û zeyta zeytûnan nasekine.

Di vê çarçoveyê de hevsera çekdarekî milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” got ku ji ber dagirkeriya irkî heta dawiya werza zeytûnan nahêle em darên zeytûnan bibirin, ew ê di demeke nêzîk de ji bo êzingan biçin çiyayê Raco.

Nûçegihanê Afrinpostê ji Efrînê ragihand ku ew ji welatiyeke Kurd agahdar bûye ku çekdarekî Xûtanî bi navê “Ebû Semîr” rojane ew û hevsera xwe diçin herajê gundê Quda û Şêx Bilo ku li nêzîkî çemê reş dikevin û ji bo bidestxistina êzingan daran dibirin.

Nûçegihan da zanîn ku komên çekdaran jî wek “Ehrar El-Şerqiyê” daran dibirin. Wan li ser rêya Efrîn-Maratê firoşgehek ji bo firotina êzingan vekiriye.

Related posts