Ji bêtirî 2 sal û nîv de çarenûsa xortekî Kurd ne diyar e û 3 Kurdên din li Efrînê hatin revandin

AFRINPOST-Taybet

Hêjî çarenûsa xortê Kurd Fîras Hac Hemade Cafer (20salî) ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê ne diyar e. Ew 20’ê meha Adara 2018’an hat revandin.

Heta niha bi sedan ji Kurdên li Efrînê mane, çi jin û çi jî mêr ji aliyê çekdarên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ve hatine raevandin û çarenûsa wan ne diyar e.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî Afrinpostê xort Fîras êvara 20’ê Adarê ji mala xwe li bajarê Efrînê derket da ku pakêteke çixareyan ji xwe re bikirie, lê belê wenda bû û ji wê demê ve şopên wî nema xuya dikin û bi giştî nema.

Di vê çarçoveyê de milîsên “polîsên leşkerî” 14’ê Gulana borî xortê bi navê Nûrî Ehmed Mistefa (17 salî) ji şêniyên bajarokê Basûtê yê navçeya Şêrawayê ku ji eşîra Umêrat e bi tawana bi rêverberiya xweser kar dikir revand û birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Her wiha istixbarata Tirkî  û çekdarên milîsên “Cebha El-Şamiyê” bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Suhêl” roja Çarşemê 5’ê Tebaxê piştî nîvro welatiyê bi navê Mihemed Hisko Hisko (40salî) ji kargeha wî li bajarê Efrînê li ser rêya Raco revand. Welatî Mihemed Hisko ji şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê ye, hêjî çarenûsa wî li ba milîsan ne diyar e.

Related posts