Milîsên “Cebha El-Şamiyê” milîsên “Firqeya 23” tesfiye dike û sermilîsê wê bin çav dike

AFRINPOST-Taybet

Her ku diçe li herêma Efrîna dagirkirî, rewşa ewlehiyê ji ber tansiyon û dijberiya milîsên Îslamî li ser dizî û talaniyê kembax dibe. Êdî çarçoveya ku dagirkeriyê ji milîsên xwe re diyar kiriye, tê derbaskirin ji lewra ew bi xwe destwerdanê ji pevçûnên di navbera milîsên xwe de dike da ku bikaribe wan kontrol bike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” bi desteka istixbarata Tirkî avaniya rojnameya Ronahî ya berê ku niha bûye navenda “Firqeya 23” desteser kir.

Li gorî nûçeyan, sermilîsê wan jî yê bi navê “Semîr Ek-Kul” hatin binçavkirin û radestî hêzên Tirkî hat kirin.

Piraniya çekdarên milîsên “Firqeya 23” ji bajarê Til Rifetê ne, lê belê çekdarên milîsên “Cebha El-Şamiyê” hî ji bajarê Ezazê ne.

Xuya ye desteserkirina navenda milîsên “Firqeya 23” di çarçoveya cezakirina wan milîsan de tê. Ji ber ku beriya wê bi demekê çekdarên “Firqeya 23” li bajarokê Sico li erebeyên Tirkî reşandin.

Li bajarê Efrînê jî milîsên polîsên sivîl û leşkerî kolana sereke ya di navbera çerxerêya Kawa û Newroz di nav de kolanên taxa Efrîna kevn li pêşiysa tevgera otomobîlan girtin.

Related posts