Koçberên Efrînê li kampên Şehbayê rûbirû bi Koronayê re dimînin û li Ehrezê jî karantînayê dest pê kiriye

AFRINPOST-Taybet

Koçberên Efrînê li Şehbayê û bi taybet ên di bin konan de, ji ber ku kon nêzîkî hev in rûbirû bi metirsiya belavbûna vîrûs Koronayê re dimînin.

Bi taybet piştî ku gelek rewşên pêketina bi vîrûsa Koronayê li Şehbayê derketin her wiha yek pê mir, bêtir metirsiya koçberan ji Koronayê zêde bûye.

Li navçeya Ehrezê jî karantînaya tenduristiyê bo 15 rojan hat destpêkirin. Li aliyekî din ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtine.

Hejmara kesên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine gihîşt 50 kesî.

Li herêma Şehbayê ji ber kêmderfetan û herêm ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye paşguhkirin, lê zêde dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê di êrîşên xwe de berdewam in,  ihtîmala belavbûna vîrûsê li herêmên Şehbayê zêde bûye.

Koçberên Efrînê li Şehbayê û gundewarê wê û navçeya Şêrawayê di 5 kampan de diîn.

Related posts