Piştî kuştina wî li ser sînor, cendermeyên Tirk hinek lebatên laşê zarokekî Kurd dizîn

AFRINPOST-Taybet

Rêzesûcên artêşa dagirkeriya Tirkî derheqê şêniyên Efrînê de her diçe zêde dibin.

Herî dawî cendermeyên Tirk zarokekî Kurd li ser sînor kuşt û hinek lebatên laşê wî dizîn.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê efrînê ragihand ku cendermeyên Tirk termê zarok Xelîl Şêxo (15 salî) anîn gundê Fêrkanê yê navçeya Şera.

Beriya du rojan ji radestkirinê cendermeyan ew li ser sînor kuştibû.

Nûçegihanê Afrinpostê li gel naseke zarok peywendî kir û wê jî wiha got:

“Piştî ku cendermeyan zarok kuşt, bir aliyê Tirkiyê û lebatên laşê wî dizîn, piştre roja din zarok ji malbata wî re vegerand lê belê termê wî bûê hinek lebatan bû”.

Nasa zarok ku nexwest navê xwe bîne zima, destîşan kir ku zarok Xelîl Şêxo dixwest ji şantajên milîsên Îslamî li Efrînê bireve û wiha dewam kir;

“Rastî yên ji çekdaran xerabtir(cenderme) hat ku ew rasterast kuştin.”

Malbatê xemgînî du caran kişandin, yek dema kuştina zarok û ya din jî dema dîtin ku laş wî ji lebatan vala ye ku li ser sîngê wî jî nîçşaneyên dirûtinê diyar in.

Cendermeyên Tirk roja Duşemê zarok Xelîl li ser sînor kuşt.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera roja Sêşemê ragihand ku dema zarok sînor diborî, cendermeyan erebeyên wan sekinandin, gule li wan reşandin û rasterast zarok kuştin.

Related posts