Li gundekî navçeya Bilbilê şêniyên Kurd bi yek helwestê nehiştin milîsên “El-Hemze” daran bibirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî li Efrînê bêserûber darên Kurdan dibirin. Milîs daran dibirin, ji xwe re dikin êzing û difiroşin.

Li hemberî kiryarên çekdarên dagirkeriyê êdî Kurd xwedî li hev derdikevin. Herî dawî li gundekî navçeya Bilbilê, xortên gund li dijî milîsên “Firqeya El-Hemze” sekinîn û nehiştin darên şêniyên gund bibirin.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku milîsên “Firqeya El-Hemze” xwestin darên zeytûnê yên zeviyên şêniyên gundê Qirigolê bibirin, lê belê şêniyên gund li dijî wan serî hildan û nehiştin bibirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku şêniyên gund bi çovan êrîşî çekdaran kirin û rê li ber wan girt, piştre artêşa dagirkeriyê destwerdan kir û pevçûn ji hev kir.

Nûçegihan da zanîn ku şêniyên gund berî ku artêşa dagirkeriyê destwerdanê bike bi çovan li çekdaran dan.

Li aliyê din hinek çavkaniyan ji nûçegihan re dan zanîn ku milîs hewl didin tola xwe ji şêniyên gund hilînin ku dibêjin ew ê dest bi birîna daran bikin, ji xwe re bikin êzing û bifiroşin.

Related posts