Li gundê Til Tewîl, Cûmkê, Qujûma, Maratê û Burc Ebdelo pêngaveke dizîna berhema gûzan dest pê kiriye

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku roja Çarşemê, çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” berhema gûzan li deşta gundê Til Tewîl û Cûmkê yên navçeya Cindirêsê talan kirin.

Çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” jî berhema gûzan ên şêniyên gundê Qujûma yê navçeya Cindirêsê û li gundê Maratê jî, li ser dirêjiya rêya gundê Burc Ebdelo yê Şêrawayê, çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” berhema gûzan bi heman şêweyî dizîn.

Herêma Efrînê bi darên xwe yên zeytûnê tê naskirin, lê belê ji ber ku berhema zeytûnan ne salane ye û berhemanîna wê carinan zêde û carinan kêm e, şêniyên wê li ser çandiniyên din jî debara jiyana xwe dikin.

Li gorî rêzediziyên milîsên dagirkeriya Tirkî li herêmê tê xuyakirin ku armanca dagirkeriya Tirkî ew e ku Kurdên li herêmê xizan bike, şêniyan tengav bike û debara wan a jiyanê tune bike.

Bi vî rengî û ji ber hejarkirinê, şênî dê neçar bibin ku ji herêmê koçber bibin û dagirkerî dê guhertina demografîk bi rihetî li herêmê pêk bîne.

Related posts