Niştedagîrekî ji bajarê Hereste beramberî valakirina mala Kurdekî li Efrînê 700$ xwest

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrekî ji bajarê Hereste yê gundewarê Şamê razî nebû ku mala şêniyê Kurd Mihyedîn Şukrî li taxa Eşrefiyê ya bajêr ku ji bêtirî 2 salan ve dagir kiriye, vala bike.

Niştedagîr beramberî valakirina mala şênî 700$ xwest.

Welatiyê Kurd Şukrî ji gundê Hebû yê navçeya Mabeta ye û li bajarê Efrînê dijî. Niştedagîrê ku mala wî dagir kiriye, razî nabe ku jê derkeve.

Tevî ku du sal û 5 meh di ser dagirkirina Herêma Efrînê re derbas bûn, hêjî çekdar, niştedagîr û dagirkeriya Tirkî bi şêweyê leşkerî yê çawa Efrîn ji şêniyên wê standiye, tevdigerin ku her tiştî ji şêniyên wê bi darê zorê bêyî ku ti hesab ji wan re werin vekirin û lêpirsîn derbarê wan de werin destpêkirin, distînin. Lê zêde li pêşiya çavên wan erd û berhemên wan talan û didizin.

Related posts