Li bajarokê Meydankê yê Efrînê 3 çekdar ji ber şerê navxweyî birîndar bûn

AFRIBPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera ragihand ku roja Sêşemê pevçûnên tund di navbera milîsên “Ceyş El-Nuxbe/Sultan Mûrad” û milîsên “Feyleq El-Şam” de li bajarokê Meydankê derket.

Li gorî nûçegihan pevçûn li ser desteserkirina dikana bazirganiyê ya welatiyekî Kurd derket.

Nûçegihan da zanîn ku di pevçûnan de çekên sivik û navîn hatin bikaranîn û di encamê de 3 çekdar ji her du aliyan birîndar bûn, di nava birîndaran de berpirsê ewlehiyê yê milîsên “Feyleq El-Şam” ê bi navê îsa Hiso hebû.

Her wiha ji ber êrîşan zirareke madî wek xezanên avê li ser malan hatin gulebarankirin.

Ji aliyekî din ve niştedagîr li bajarokê Meydankê kêlên goran didizin û di çêkirina gorên çekdarên ku li Lîbya tên kuştin de bi kar tînin.

Related posts