Derbarê komkujiya Şengalê de li Şehbayê pêşangek hat vekirin û sînevizyonek jî hat pêşkêşkirin

AFRINPOST-Taybet

Çeteyên Daiş’ê 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kirin û komkujî derheqê Kurdên Êzdî de pêk anîn.

Bi boneya salvegera 6’emîn a komkujiya Şengalê, Yekîtiya Êzdiyan û Yekîtiya Jina Êzdî ya herêma Efrînê, pêşangeheke wêneyan vekir.

Bi dehan ji endamên sazî û meclisên navxweyî yên Şehbayê lê zêde bi dehan ji şêniyên Efrînê yên koçber di vekirina pêşangehê de amade bûn.

Di pêşangehê de wêneyên komkujiyên Şengalê hatin nîşandan.

Piştî çend kêliyan ji vekirina pêşangehê, dîsa derbarê komkujiyê de sînevizyonek hat pêşkêşkirin.

Di sînevizyonê de dîmenên çawa çeteyên Daiş’ê zarokên Êzdî li ser bîrdoziya tundrawiyê perwerde dikirin û çawa destdirêjî li jinên Êzdî dikirin, hatin pêşkêşkirin.

Her wiha wêneyên berxwedana Êzdiyên Şengalê jî hatin pêşandan.

Gundên Êzdî li herêma Efrînê ya dagirkirî rûbirûyî binpêkirin û zordariya çekdarên milîsên Îslamî û dagirkeriya Tirkî tên.

Êzdî li Efrînê ji ber nasname û ola xwe ji aliyê çekdaran ve tên revandin û îşkencekirin.

Related posts