Milîsên “Sultan Mûrad” 350 darên zeytûnê ji kokê de li navçeya Bilbilê birîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” beriya 2 hefteyan derdora 250 darên zeytûnê yên zeviyê şêniyê Kurd Mihemed Ehmed Cimo û derdora 100 darên zeytûnê yên zeviyê şêniyê Kurd Reşîd Mihemed Seydo birîn.

Zeviyê her du şêniyan li cihekî bi navê “Tekniye” ya bajarokê Racoyê dikeve.

Herêma Efrînê ya dagirkirî rojane rûbirû bi birîna dar û daristanan re tê. Nûçegihanên Afrinpostê beriya niha ragihandin ku çekdarên milîsên Îslamî bi armanca bidestxistina êzingan ku difiroşin û pereyan qezenc dikin, bêserûber daran û bi taybet ê zeytûnê dibirin.

Related posts