Çekdar bi rêya xwediyên ofîsên veguhastina pereyan Kurdan talan direvînin û dişelînin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di dizî û talankirina Kurdên li Efrînê mane de, berdewam in.

Ji ber kiryarên çekdarên milîsên Îslamî û tevliheviya wan kar li Efrînê nîne ku ji ber vê yekê pere ji derveyî Efrînê ji wan re tên şandin da ku debara jiyana xwe bikin.

Çekdar bi xwediyên ofîsên veguhastina pereyan re peywendiyê çêdikin û bi rêya wan welatiyên Kurd ên ku pere ji wan re hatine, nas dikin, derbarê wan de agahiyan didin çekdaran û piştre wan armanc digirin û pereyan ji wan dişelînin.

Di vê çarçoveyê de çekdaran roja Înê 31’ê Tîrmehê ku roja cejna Qurbanê a yekemîn bû welatiyeke Kurd bi nave Hîdeyet Tahir Umer ji şêniyên navçeya Bilbilê piştî ku nasekî wê jê re pere şandin, revand.

Piştî du rojan ji revandina wê, çekdaran welatî Hîdeyet şeland û piştre berda.

Ev buyer dide nîşandan ku têkiliyek di navbera xwediyên ofîs û çekdaran de heye.

Dagirkeriya Tirkî derheqê Kurdan de siyaseta xizankirinê dimeşîne da ku wan hejar bike û piştre ji Efrînê koçber bibin.

Related posts