Çekdaran goştên ku ji bo belavkirina li ser niştedagîran hatibûn veqetandin, dizîn

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên rûgirtî otomobîleke ku qaşo dê goşt li bajarê Efrînê li ser niştedagîran belav bikira, talan kir.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajêr ragihand ku çekdarên rûgirtî otomobîla goştê ji bo belavkirinê hatibû veqetandin di roja duyemîn a cejna Qurbanê de talan kir.

Nûçegihan teqez kir ku otomobîl roja Şemiyê piştî ku ji qesebxaneya li nêzîkî bajêr derket, ji aliyê 4 çekdarên rûgirtî ve hat sekinandin. Çekdaran ajokarê otomobîlê qewitand û goşt dizîn.

Nûçegihan da zanîn ku goştê di otomobîlê de ji aliyê rêxistinên li derveyî Efrînê hatibû şandin. Lê belê dagirkeriya Tirkî destê xwe danî ser.

Li gorî nûçegihan goştê ku hatiye talankirin tenê ji bo niştedagîran hatibû taybetkirin.

Li herêma Efrînê ya dagirkirî nijadperestî li ber çavan e ku bi bihaneya ku Kurd ji berê de li herêma niştecih in û niştedagîr koçber in, tiştekî nadin Kurdan.

Related posts