Rêbendeke milîsên “polîsên leşkerî” li gundê Turindê belaya xwe li şêniyên gundên Şêrawayê dide

AFRINPOST-Taybet

Şêniyên gundên navçeya Şêrawayê ji tirsa rêbendeke milîsên “polîsên leşkerî” ku navê xwe gelekî bi xirabî derketiye, nikarin biçin bajarê Efrînê.

Milîsên “polîsên leşkerî” rêbenda xwe li nêzîkî gundê Turindê li têketina bajêr a başûr daniye.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku rêbenda milîsên “polîsên leşkerî” bi taybet şêniyên Kurd ên ku ji gundên navçeya Şêrawayê diçin Efrînê tengav dike û wiha dewam kir;

Şêniyên navçeya Şêrawayê naxwazin biçin bajarê Efrînê da ku di rêbenda “polîsên leşkerî” ya li Turindê re derbas nebin. Ji ber ku dema şêniyek di rêbendê re derbas dibe milîs belaya xwe lê didin ku pirs pey pirsê jê dikin da ku şêniyek xwe şaş bike û wî bin çav bikin.

Helbet armanca wan ji kiryarên bi vî rengî ew e ku pereyan ji Kurdan li ser rêbendê bişelînin.

Nûçegihan ji axaftina welatiyekî Kurd ji gundên navçeya Şêrawayê ragihand ku milîsên li ser rêbendê pirsên wiha dipirsin; Tu Kurd î? Li gel Rêveberiya Xweser te çi kar dikir? Temenê te yê erka xweparastinê ye, te li ku xizmet kir? Te li ku kar dikir, ji me re bêje û em ê alîkariya te bikin? Û pirsên din yên bi vî rengî li ser rêbendê tên kirin.

Nûçegihan da zanîn ku milîsên wê rêbendê bi dehan ji sivîlên Kurd bi vî şêweyî bin çav kirin û ji xwediyên wan beramberî berdana wan fidyeyên malî xwestin.

Related posts