Bi dîmen… piştî çend roja ji reformkirinê niştedagîran mezarekî olî li Efrînê şewitand

AFRINPOST-TAYBET

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Raco ragihand ku niştedagîran şeva Sêşemê 28’ê Tîrmehê, mezarê Şêxmûs li gundên Meydanê bi bihaneya semboleke gawiriyê ye, piştî çend rojan ji reformkirina wê ji aliyê dagirkeriyê ve şewitand.

Nûçegihan teqez kir ku niştedagîran tekerên otomobîlan di hundirê mezarê de şewitandin ku careke din hat wêrankirin.

Milîsên dagirkeriya Tirkî beriya şewitandina mezarê, gorê şehîd tê de vedan û li zêran geriyan her wiha darên palîtê(berû) yên li dora mezarê jî birîn.

Dagirkeriya Tirkî di nava meha Hezîrana borî de, avaniya mezarê reform kir û hundirê wê jî boyax kir, lê belê niştedagîrên tundraw, ew weke gaveke piştgir gawiriyê û koletiya peykeran hesibandin û ji ber vê yekê şewitand.

Afrinpostê derbarê şewitandina mezarê li gel şêniyekî gund peywendî kir. Şênî ji Afrinpostê re axivî û got ku tştekî ecîb e ku dagirkeriya Tirkî ji nû ve avaniya mezarê ya olî û şûnwarî reform kir.

Ji ber ku çendîn mezarên olî beriya wê hatin şewitandin û wêrankirin û bi taybet ên Êzdî û Elewiyan dagirkerî bê deng bû.

Çavkaniyê tercîh kir ku armanc ji reformkirina mezarê ew e ku dagirkerî dixwaze şanî rêxistinên mirovî bike ku ew mezarên olî û şûnwarî diparêze û bi vî şêweyî raporên navgînên ragihandinê û rêxistinên hiqûqî yên li ser belgekirina binpêkirinan li Efrînê dixebite, derew derxe. Mezarê Şêxmûs(Sultan Şêxmûs El-Enzelî) li deşta Meydana û ji başûr ve nêzîkî gundê Gewanda yên navçeya Raco ye.

Related posts