Milîsên “Feyleq El-Şam” welatiyên Kurd bi wêneyekî wan li şahiya partiyeke Kurdî şantaj kirin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, tawanên çêkirî arasteyî Kurdên ku li Efrînê mane dikin.

Armanca pêşîn û paşîn jî ew e ku pereyan ji Kurdan bişelînin ku di encamê de wan xizan bikin û ji herêma Efrînê ya dagirkirî koçber bikin da ku li şûna wan niştedagîran bi cî bikin û demografiya herêmê biguherînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku milîsên “Feyleq El-Şam” hinek welatiyên Kurd li gundên navçeyê bi bihaneya diyarbûna wan di wêneyekî li şahiya vekirina ofîsa partiyeke Kurdî de û ji beriya sê salan ve şantaj kirin.

Nûçegihan teqez kir ku milîsan ew welatî xistin navbera du bijarteyan; yan 500 Lîreyên Tirkî bidin an jî dê wêneyê wan radestî milîsên “polîsên leşkerî” bikin.

Li gorî nûçegihan welatiyan her yekî 500 L.T dan milîsan.

Şantajkirin û sepandina bacan di çarçoveya biserîkirina desteserkirina mal û milkên Efrîniyan de tê. Girêdayî wê milîsên “Feyleq El-Şam” meha Tîrmehê rêbendeke gerok danî pêşiya firina “El-Teqwe” li ser rêya Turindê û pere ji şêniyên Kurd şelandin.

Related posts