Milîsên “polîsên leşkerî” xortekî Kurd ji gundê Kefercenê bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, welatiyekî Kurd bi navê “Şêro Elî” bê sedem li bajarê Efrînê bin çav kir.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê ,Efrînê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” xort Şêro Elî ji taxa Eşrefiyê ya bajêr bêyî ku sedem werin naskirin, bin çav kir.

Welatî Şêro ji şêniyên gundê Kefercenê ye, ew li taxa Eşrefiyê ya bajêr dijî. Milîsan beriya çend rojan ew bin çav kir û heta niha nehatiye berdan.

Ev ne cara dawî û pêşîn e ku milîsên Îslamî welatiyên Kurd bin çav dikin beriya niha bi sedan ji Kurdan hatine binçavkirin û çarenûsa hejmareke mezin ji wan ne diyar e.

Related posts