Milîsên “Ceyş El-Îslam” nasnameyên Kurdan desteser dikin da ku pereyan ji wan bistînin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Ceyş El-Îslam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li ser rêya Turindê li pêşiya Firina El-Teqwe ya bajarê Efrînê rêbendeke gerok danîn.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên li ser rêbendê, nasnameyan desteser dikin û ji xwediyên wan daxwaz dikin ku li navenda milîsan vegerin.

Navenda milîsan di mala welatiyê Kurd Subhî Abdelo ji şêniyên gundê Turindê de ye.

Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir milîsên wê rêbendê roja Yekşemê di nav de 2 jinên Kurd nasnameyên 7 şêniyên ji gundê Turindê yê bi ser Efrînê ve bi armanca bidestxistina pereyan ji wan desteser kirin.

Related posts