Milîsên “Feyleq El-Şam” ekîbê kenala “El-Cezîrê” ji ber ku dîmenên stasyona trênê li bajarokê Mîdanekbezê yê Raco girtin, bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Feyleq El-Şam” a dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 22’yê Tîrmehê, ekîbê kenala “El-Cezîrê” ya Qeterê ku desteka Ixwan Mislimîn dike, ji ber ku xwestin raporek li ser stasyona trênê ya li bajarokê Mîdanekbezê li navçeya Raco, bin çav kir.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Raco teqez kir ku ekîbê kenalê li gel rêxistina “Yed bî Yed” ku idîa dike karên xêrxwaziyê dike, xwestin raporekê li ser çalakiyên wê rêxistinê derbarê yên seqet de amade bike.

Lê belê ekîb xwest raporeke din derbarê stasyona trênê ya kevn li bajarokê amade bike û milîsan jî ew girt.

Kamere û telefonên wan bi bihaneya ew der herêmeke leşkerî ye û qedexe ye dîmenên wê werin girtin, desteser kirin.

Li gorî nûçegihan,  ya bi navê “Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî” ku ji aliyê Ixwan mislimîn ve tê birêvebirin, ji wan re bû navbeynkar da ku ew berdan û destnîşan kir ekîbê El-Cezîrê 5 saetan li ba milîsan girtî bûn.

Related posts