Binçavkirin û revandina Kurdan a keyfî û bi kîn li herêma Efrînê dewam dikin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî û Ixwan Mislimîn di tengavkirina şêniyên Kurd li herêma Efrînê ya dagirkirî de bi armanca koçberkirina wan û pêkanîna guhertina demografîk dewam dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku endamên istixbarata Tirkî(MÎT) beriya 4 rojan welatiyekî Kurd ji bajarê Cindirêsê bin çav kir û ew bir cihekî nediyar.

Nûçegihan diyar kir ku istixbarata Tirkî welatiyê Kurd bi navê Heysem Seydo ji mala wî ya li kolana 16 a bajarê Efrînê bin çav kir. Welatî Seydo ji şêniyên gundê Tirmîşa yê navçeya Cindirêsê ye.

Her wiha milîsên “polîsên leşkerî” roja Şemiyê 25’ê Tîrmehê, welatiyê Kurd Ehmed Reşîd bi nasnav “Ebû Mezlûm” ku kalemêrekî 60 salî ye, bin çav kir. Dema ku kalemêr Ehmed diçû zîndana Maratê da ku serdana lawê xwe di zîndanê de bike, rasterast ji aliyê milîsan ve hat binçavkirin û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Welatî Ehmed ji şêniyên gundê Tirmîşa yê navçeya Cindirêsê ye, ew li bajarê Efrînê li taxa Mehmûdiyê dijî.

Lê zêde gelek welatiyên Kurd li zîndana Maratê girtî ne û ew jî ev in;

  1. Hesen Emîn Ehmed dîroka 18.02.2020 ji aliyê milîsên Sultan Mûrad(El-Emşat) ve bi bihaneya danûstandina li gel Rêveberiya Xweser a berê hat binçavkirin. Ew beriya 10 mehan hatibû binçavkirin lê belê piştî ku rewşa xwe ya rêveberî û zagonî û baca malî da hat berdan.

Her wiha 3 welatiyên din ji gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê 22’yê Tîrmehê dîsa bi heman tawanê û ji aliyê heman milîsan ve hatin binçavkirin ku navên wan jî ev in;

  • Îmad Hesen Elî
  • Fewzî Nûrî Hesen
  • Abdîn Ehmed Xelîl

Ew her welatî beriya wê bi demekê hatibûn binçavkirin lê piştî ku fidyeya malî dan milîsan ew berdan.

Related posts