Milîsên “El-Weqas” gundê Anqelê yê navçeya Şiyê veguherandin zîndaneke mezin

AFRINPOST-Taybet

Ji Afrinpostê re hat agahdarkirin ku milîsên “El-Weqas” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, gundê Anqelê yê navçeya Şiyê veguherandin zîndaneke mezin ku liv û tevgerên şêniyên gund sînordar dikin.

Milîs rê nadin ku ti kes heta destûreke nivîskî ji navenda milîsan li gund nebin, ne derbasî gund bibe û ne jî jê derkeve.

Çavkaniyan teqez kirin ku rêbenda milîsan li têketina gund bi bihaneya parastina ewlehiyê bi teqezî û hûrbînî li nasnameyên kesên ku dikevin gund meyze dikin.

Ji kesên ku dixwazin derbasî gund bibin, daxwaz dikin sedema serdana wî û malbata ku dê mêvandariya wî bike dipirsin lê zêde tenê 2 saetan ji bo serdana wan vediqetînin.

Her wiha milîs ji şêniyên gund daxwaz dikin ku eger xwestin biçin gel nasekî xwe li gundên dîtir ji derveyî navçeya Cindirêsê, erêkirineke nivîskî bistînin û dema destûrên nivîskî jî tenê hefteyek e.

Kiryarên çekdaran ên bi vî rengî di çarçoveya astengkirina Kurdên li Efrînê mane de tên ku armanc jî ew e ku kurdên mayî koçber bikin û li şûna wan erebên Sune û Tirkmenan bi cî bikin.

Related posts