Milîsên “Ceyş El-Ehfad” kevneşopên hişk li gundê Hesendêra disepînin û mêran jî kole dikin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “Ceyş El-Ehfad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn kevneşopiyên olî yên hişk li ser Kurdên ku li gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê mane, disepînin. Her wiha mêrên gund neçar dikin ku xizmeta wan bikin û yên ku fermanên wan red dikin, bi hovîtî tên cezakirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku milîsên bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Silêman” nahêlin ku şêniyên gund şahiyên xwe wek şahiya qeling û dewatan li dar bixin. Lê zêde nahêlin ku jin bê kevînk dakevin qadan. Êdî milîs kevneşopiyên xwe yên hişk bêyî ku ti rêzê ji çanda şêniyên herêmê yên resen re bigirin, disepînin.

Çavkaniyan dan zanîn jî ku milîs mêrên gund kole dikin, bi wan karên xwe yên cuda cuda dikin.

Di vê derbarê de milîsan welatiyê Kurd bi navê Selîm Seydo Xelîl (30 salî), ji ber ku razî nebû mizgefta gund bê pere(belaş) berfireh bike, bi hovîtî îşkence kirin.

Milîsan bi bihaneya ku li nêzîkî mala wî çekeke kesane û sivik dît, ew revandin navenda xwe. Piştre çavên wî bi paçekî girtin, bi giştî girê dan û bi hovîtî îşkence kirin.

Piştî ew têr îşkence kir, berda û niha di nava nivînan de ye.

Girêdayî kolekirina mêran, çavkaniyan ragihandin ku milîsên Îslamî bi armanca lêgerîna li defîne û zêran mêrên gundê Hesendêra zor dikin ku cihên şûnwarî bikolin.

Sûcên neçarkirinê ne tenê li gundê Hesendêra tên kirin her wiha li seranserî herêma Efrînê derheqê Kurdan de tên kirin, armanc jî diyar û aşkere ye ku Kurdên li herêmê mane, koçber bikin û guhertina demografîk pêk bînin.

Related posts