Milîsên Îslamî 37 kerxane li Efrînê bi agahdariya dagirkeriya Tirkî vekirine

AFRINPOST-Taybet

Piştî ku artêşa Tirk û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn herêma Efrînê 2018 dagir kir, malên wek kerxane bi şêweyekî mezin belav bûn.

Hemû kerxaneyên hatine vekirin jî ji aliyê sermilîsan ve tên birêvebirin.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost hejmara malên orispîtiyê yên ku ji aliyê sermilîsên Îslamî li taxên Efrînê bi rêya çavkaniyeke ji bajêr bi dest xist.

Çavkaniyê ji Afrinpostê re da zanîn ku vekirina kerxaneyan li Efrînê pir hêsan e. Tenê şevekê ji leşkerên Tirk re veqetîne, dê rê bidin k utu kerxaneyê veke.

Çavkaniyê destnîşan kir ku li Efrînê 37 kerxane hene û wiha dewam kir; li taxa Mehmûdiyê 10, li taxa Eşrefiyê 20 û li taxa Zîdiyê jî 7, dibe ku hejmar pir bin lê yên ku hatine hejmartin û naskirin ev in.

Sermilîsê Cebha El-Şamiyê karûbarên kerxaneyan li ba dagirkeriya Tirkî dimeşîne; sermilîs Nîdal Biyanûnî karûbaran dimeşîne, vekirina kerxaneyan hêsan dike her wiha leşkerên Tirk jî meraqî tiştên wiha dike.

Çavkaniyê balkişand ser niştedagîran û wiha got; yên ku pir di kerxaneyan de kar dikin jinên niştedagîr in ku hinekan ji wan piştî ku dagirkeriyta Tirkî mûçe ji ser wan birîn ji xwe re kirina debara jiyanê.

Di demek e ku dagirkeriya Tirkî propagandeya rezaletê li Efrînê dike, hejmarek ji jinên Efrînê li ba milîsên wê revandî ne.

Related posts