AFRINPOST-Taybet
Terorîstkirin ne tenê bi rakirina çekê ye lê belê gelek şêweyên wê hene. Ji xirabtirîn teşeyên wê, berhemkirin û propagandakirina madeyên hişbir e.
Piştî ku herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkî û milîsên wê yên Îslamî ve ku bi navê “Ceyş El-Hur” naskirî ye, hat dagirkirin, êdî herêm ji çarçoveya hemû zagonan derket û li herêmê zemîna bikaranîna tiştên qedexe amade bû.
Bi vê yekê dagirkerî herêmê û şêniyên wê bi her awayî di nav de armancgirtina mejî û belavkirina çanda vexwarina alkolê û madeyên hişbir belav dike.
Di vê çarçoveyê de çavkaniyeke taybet ji navçeya Şera ji malpera Afrinpostê re got ku 3 niştedagîrên taxa Sukrî ya bajarê Helebê(dayîk û 2 zarokên wê) beriya çend mehan kargehek ji bo çêkirina hebên hişbir wek Kabtagon, Tramadol, Baltan û Makon lê zêde giyayê Titûn vekirin û çavkaniyê wiha dewam kir;
Kargeh li pêşiya çavên hemûyan heta li pêşiya zarokan hatiye vekirin û li navbera gundê Maserkê û Qitmê li navçeya Şera, li baxçeyê Kemal Izet dikeve.
Çavkaniyê destnîşan kir ku kargeh madeyên hişbir difiroşe dermanxaneyên herêmê.
Çandina heşîşê û firotina madeyên hişbir bi agahdariya dagirkeriya Tirkî tê kirin.
Di vê çarçoveyê de çavkaniyeke din got ku kesekî din bi navê Ebû Yezen El-Humsî li navçeya Şera hebên hişbir difiroşin çekdarên milîsên Îslamî û diyar kir ku niştedagîr li gundê Kefer Mizê û bi taybet li mala yê bi navê Îsmaîl El-lehîbî heşîşê diçînin.
Di pêvajoya rêveberiya xweser ji sala 2014 heyanî 2018 de asayîşê heşîşe û madeyên hişbir bi carekê qedexe kiribû û her kesê ku diçand digirtin û zîndan dikirin.