Piştî zeytûn, zeyt û çiloyê rezan, çekdar berhemên simaqê didizin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û çekdarên milîsên Îslamî û Ixwan Mislimîn ji dema ku herêma Efrînê dagir kirine, xêr û bêrên herêmê talan dikin herî dawî jî berhemên Simaqê bû.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyên navxweyî ragihandin ku çekdarên milîsên “Lîwa Semerqend” ên dagirkeriyê dest bi hemleya diziyeke berfireh ji berhemên Simaqê re kirine.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çekdarên “Lîwa Semerqend” zeviyên koçberên Efrînê li gelek gundên navçeya Bilbilê û yên dîtir wek Remedano, Hec Qasmo, Rûta û gundê Mezin talan dikin.

Tiştê balkêş ku çekdar bi dizîka nadizin û ji ber xwe ve fedî nakin, berevajî wê gefê li xwediyên zeviyan ên resen dixwin ku berhemên xwe bê destûra wan neçinin.

Di vê derbarê de hevsera welatiyekî Kurd bi navê Bekir Şêxo Ehmed ji şêniyên gundê Rûta ye ku jinepîreke û bi tena serê xwe li malê ye rastî gefên 4 niştedagîran hat.

Niştedagîran gefa êrîşa bi kêran li pîrejinê xwarin. Dema ku diçû nava zeviyê xwe li dorhêla gund da ku berhema simaqê biçine, niştedagîran gotinên pîs arasteyî wê kirin ku neçar ma ji nava zeviyê xwe bireve.

Tê zanîn ku çandiniya simaqê li seranserî herêma Efrînê tê çandin ku bi piranî li aliyên zeviyên zeytûnan û bi taybet li navçeyên Bilbilê, Şera û Şêrawa

Di van salên dawîn de şêniyên Efrînê bi taybetî girîngî dan vê çandiniyê ku êdî bû çavkaniyeke sereke ya debara jiyana wan e.

Malbatên çekdaran û malbatên niştedagîr dest bi diziya berhemên simaqê kirine ku heta berî ku simaq bigihêje talan dikin.

Related posts