Dadgeheke Tirkî cezayê zîndana bêdawî li xortekî Efrînî birî

AFRINPOST-Taybet

Malbata girtiyekî Kurd ji malpera Afrinpostê re axivî û diyar kir ku dadgeheke Tirkî cezayê zîndana bêdawî li lawê wan birî.

Malbatê ji malperê re diyar kir ku istixbarata Tirkî lawê wan bi navê Menan Ebdo Îbiş 19 salî, di dîroka 15’ê Tebaxa 2019’an ji mala xwe li kolana jêrîn a bajarokê Cindirêsê ku li dorhêla girê Şûnwarî dikeve, bi bihaneya çandina mayînan binçav kirin û wiha dewam kir;

Em li vê dawiyê agahdar bûn ku dadgeheke Tirkî cezayê zîndana bê dawî li lawê me Menan birî.

Dema ku lawê me bin çav kirin, temenê xwe biçûk bû û ne weke ku îdîa dikin tevlî nava hêzên leşkerî bûye.

Related posts