Bi vîdeo: dagirkeriya Tirkî agir bi darên her du gundê Meyase û Bircqasê xist

AFRINPOST-Taybet

Careke din dagirkeriya Tirkî û çekdarên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” êvara roja Duşemê agir bi darên Zeytûn, heraj û berhemên çandiniyê li gundê Meyase û Birc El-Qas yên navçeya Şêrawayê xist.

Şewitandina darên gundên navçeya Şêrawayê di çarçoveya domandina şewata berhemên çandiniyê û bi taybet Genim û Ceh de tê ku di encamê de zirarê bigihînin cotkarên Kurd û bidin koçberkirin.

Nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê 21’ê Gulanê ragihand ku milîsên Îslamî agir bi bêtirî 50 hektar erdên çandiniyê bi genim û ceh li gundê Hasiyê û Hesaçkê li kantona Şehbayê ku şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê çandibû, xist.

Dagirkeriya Tirkî agir bi darên Meyase û Bircqas xist

Bi domana topbaranê re û şewitandina erd û zeviyan bi zanabûn, şêniyên Şehba û rojhilatê Firatê ji ber kêmbûna derfetan nikarin agirê zeviyan vemirînin.

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn ji dema ku Efrîn 18’ê Adarê 2018’an dagir kirine, bi sedan ji dar û daristanan şewitandine û hilkirine. Milîs bi bihaneya hebûna şaneyên YPG’ê agir bi herêmên çiyayî dixin.

Related posts