Milîsên “El-Hemze” gundê Firîriyê talan kir û dest avêtin jinên gund

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Firqeya “El-Hemze” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Misliman bi serkêşiya sermilîs “Ebû Şahir”, hemleyeke biseredegirtin û êrîşeke berfireh birin ser şêniyên gundê Firîriyê(ji kurd û ereban).

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku şêniyên gund ên ji pêkhateya Ereb ji eşîreya Benî Zêd in, razî nebûn ku bacên milîsan li ser sepandine, bidin, ji ber vê yekê milîsên “El-Hemze” êrîşî şêniyan kirin.

Nûçegihan teqez kir ku milîsan di êrîşên xwe de 6 otomobîl û 3 motorsiklet dizîn lê zêde bi ser hemû malên gund de girtin û her tiştê bi ber çavan wan ket dizîn, her wiha jî dest avêtin jinên gund.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan bi ser mala welatiyê Kurd li gund girt û dest avêtin hevsera wî, piştre 2 hezar lîreyên Sûrî jê talan kirin.

Li gorî nûçegihan piştî ku şêniyên gund bacên ku milîsan li ser sepandin, red kirin, êrîş pêk hat.

Nûçegihanê Afrinpostê demeke berê jî diyar kir ku roja Yekşemê 5’ê Tîrmehê şêniyên gund û milîsên “El-Hemze” li ser mijara sepandina bacên darayî û xwestina madeyên xwarinê wek mast, penîr û sebzeyan, dev avêtibûn hev.

Piştî wê bi rojekê ango roja Duşemê milîsan bêserûber gule li şêniyên gund reşandin ku di encamê de 3 şêniyên gund birîndar bûn û yek ji wan birîna xwe giran e.

Related posts