Milîsên “El-Hemze” li gundê Firîriyê gule li sivîlên kurd barandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Firqeya El-Hemze” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Duşemê bê serûber gule li şêniyên gundê Firêriyê yê navçeya Cindirêsê barandin.

Şêniyên gundê Firêriyê razî nebûn ku bacan bidin milîsan ji ber vê yekê milîsan gule li şêniyan barandin û di encamê de 3 şêniyên gund bi giranî birîndar bûn.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Cindirêsê ragihand ku şeva Yekşemê şêniyên gund û çekdaran li ser daxwaza bacan dev avêtin hev.

Her wiha çekdaran ji şêniyên gund daxwaza madeyên xwarinê wek mast, penîr û sebzeyan.

Related posts