Bi vîdeo: Afrinpost tevahî navên jinên revandî li ba milîsên “El-Hemze” li bajarê Efrînê aşkere dike

AFRIBPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku ciwana Kurd Valentîna Ebdo demekê di zîndana milîsên “Firqeya El-Hemze” ku berê navenda giştî ya asayîşê bû, ma.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Valentîna li kêleka 10 jinên din di zîndana milîsan de bû ku navên wan jî wiha ne;

1- Lonjîn Ebdo  2- Rojîn Ebdo 3- Rokan Menla Mihemed 4- Rûşîn Amûnî 5- Nazlî Nasan 6- Nadiya Silêman  7- Stêrvan Ebdo 8- Ferîde Hesen 9- Heyfa Casim  10- Newroz Ehmed Bekir 17 salî ji şêniyên gundê Raca yê Mabetayê ku di 2’yê Hezîrana borî hat berdan.

Çavkaniyan diyar kirin ku li kêleka jinên Kurd, 3 xortên Kurd li navenda revandinê hebûn û navên wan jî wiha ne;

Hewmîd Mistrefa Mistefa(gundê Misteşûra) 2- Araz Ebû Hesen(gundê Şêxûrzê)  3- Mihemed Ednan Kola(gundê Keferzîtê).

Related posts