Xortên Kurd rê li ber niştedagîrinan ku hewl didan kurdekî bikujin û dikana wî desteser bikin, girt

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîrinan ji Xûtayê li bajarê Efrînê hewl dan welatiyekî Kurd bikujin û dikana wî ya bazirganiyê bikujin.

Milîsên Îslamî weke her carê çawa bi rêya tawanên çêkirî, Kurdan bin çav dikin, hewl dan welatiyekî Kurd bikujin û dikana wî desteser bikin.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku bûyer beriya hefteyekê pêk hat û wiha dewam kir; jineke niştedagîr li taxa Mehmûdiyê derket ser balkonê û gazî xortê Kurd Salim Xelîl Xilo ji şêniyên gundê Xelnêrê ye û dikaneke wî heye û hinek madeyên xwarinê jê xwestin.

Çekdarên ev tişt wek destdirêjî hesibandin û êrîşî xortê Kurd di dikanê de kir da ku bikujin lê belle xortên din ên Kurd li dora wî kom bûn û nehiştin niştedagîr li xort bidin û dikana wî desteser bikin.

Nûçegihan destnîşan kir ku xortên Kurd gef li niştedagîran xwarin ku eger niştedagîr nêzî xort Salem bibin, dê şerekî mezin di navbera wan de derkeve. Ji ber vê yekê niştedagîran gav paş de avêtin û tenê milîsên polîsên medenî jî ji xwe re li wan temaşe dikirin.

Xuya ye niştedagîran plan bi wê jina niştedagîr a derketiye ser balkonê amade kiribûn, da ku dikana welatiyê Kurd Salim desteser bikin. Êdî niştedagîr di komployên xwe yên li dijî Kurdan li Efrînê de bi şêweyekî fermî bi kar tînin.

Related posts