Jineke Kurd bavê wê di bin îşkenceyê de hat kuştin, li Stenbolê hat binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Jineke Kurd ji şêniyên gundê Hec Hesno yê navçeya Şiyê ku bavê wê di bin îşkenceyê de hat kuştin ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve hat binçavkirin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî welatiyeke Kurd bi navê Zeyneb Nasan keça welatiyê Mihemed Îbiş Nasan ji şêniyên gundê Hec Hesno yê navçeya Şiyê dema ku bi hevjînê xwe re diçû nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê hat binçavkirin.

Nûçegihan teqez kir ku welatiya Kurd Zeyneb ducanî bû ku dema di nexweşxaneyê de kaxezên jidayîkbûnê çêdikir, bi tawana peywendiya wê li gel hêzên asayîşê yê berê hat binçavkirin û hêjî çarenûsa wê ne diyar e.

Welatî Mihemed Nasan ê 55 salî, 2’yê Tîrmeha 2018’an di bin îşkenceya çekdarên dagirkeriya Tirkî hat kuştin.

Related posts