Li gundê Dala 7 welatiyên Kurd ji ber ku razî nebûn xizmetkariya çekdaran bikin hatin revandin û îşkencekirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di astengkirina welatiyên Kurd li herêma Efrînê berdewam in..

Di vê çarçoveyê de çekdarên milîsên Semerqend welatiyên Kurd li gundê dala revandin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn, çekdarên ji milîsên “Semerqend” bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Cîhad” ku beriya 4 rojan ji Lîbya hat, 7 welatiyên Kurd ji gundê Dala yê navçeya Mabetayê di 3’yê Tîrmehê revandin.

Sermilîsê bi navê Ebû Cîhad banga hejmarek ji welatiyên gundê Dala kir û ji wan daxwaz kir ku li navenda milîsan li gundê Rûta xizmeta milîsan bikin.

Milîsên Semerqend li gundê Rûta vîllaya endezyar Ehmed Şefîq Yûsif ji xwe re kirine navenda binçavkirin, lêpirsîn û îşkenceyê .

Ew 7 şêniyên gund ên bang li wan hat kirin, xwesteka sermilîs red kirin ku ew jî ev in;

– Kalemêr Ebid El-Kerîm Hemade 65 salî û kurê wî Rêzan 27 salî

– Ehmed Ezîz(48 salî) û kurê wî Xalid 20 salî

– Nîzar Şukrî Çîlo 27 salî

– Şiyar Elî Ehmed Cawe 22 salî û birayê wî ku nav nehat naskirin.

Ji ber îşkenceyê, xortê bi navê Xalid Ehmed Ezîz bi giranî birîndar bû, niha rewşa wî ya tenduristî xerab e.

Lê belê kalemêr Ebid El-Kerîm Hemade ew jî rastî lêdan û îşkenceyeke giran hat. Ew di çarşefekê werdan û avêtin pêşiya mala wî. Lê belê ji ber ku di warê derûnî de ku çekdaran rêz ji temenê wî re negirt, razî nebû biçe Efrînê da ku xwe derman bike.

Related posts