Çekdar di desteserkirina malên koçberên Efrînê de dewam in

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrîna dagirkirî malên koçberên Kurd desteser dikin û ji niştedagîrên ku lê bi cî bûne, mehane kirê dibin.

Milîsên Îslamî malên ku desteser kirine milkê xwe dihesbînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên Îslamî komeke mal ji xwediyên wan desteser kirin û tê de niştedagîr bi pereyan bi cî kirin û wiha dewam kir;

Welatiyên ku malên wan di Hezîranê de hatine desteserkirin ev in; Cîhad Simo, Çîlo Kurdî, Fewzî Ehmed Simo, Mehmûd Cûcû, Ebdo Qenber, Mihemed Qenber û Izet osman ku hemû koçber in.

Milîsên “Cebha El-Şamiyê” mala welatî Cîhad Simo û Çîlo Kurdî desteser kir û milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” mala welatiyê Izet Osman kontrol kir her wiha milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” jî malên welatî Fewzî Ehmed Simo, Mihemed Qenber, Mehmûd Cûcû û Ebdo Qenber desteser kirin.

Nûçegihan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku milîs bi zanabûn malên ku desteser kirine ji xwe re dikin navend an jî didin niştedagîran an jî eger tê de kurdek hebû, mehane kirê jê dibin û xwediyê malê yê rast jê agahdar nakin.

Nûçegihan da zanîn ku milîsan rewşa wan malan nizanîn eger ji zû de bizanîna ji mêj de dê dest danîna ser û wiha axaftina xwe bi dawî kir;

Milîs her demekê li malên taxên bajêr dipirsin bê ka xwediyê wî kî ye yan kî tê de ye û pirsên bi vî rengî?  Û bi taybet li malên ku xwediyê wan tê de najîn û li şûna xwe nasên xwe ji bo neyên desteserkirin, bi cî kirin, digerin.

Related posts