Li Efrînê teqîn …2 niştedagîr hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê Roja Înê bi êvarê teqemeniyek ku li quncikekî avaniyeke niştecihiyê li dorhêla dibistana Meyselon hatibû bicîkirin, teqiya. Di encama teqînê de 2 niştedagîr hatin kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku kuştiyek ji milîsên “Şurta El-Hura” Efrînê bi navê Abullah Ezyon e.

Ji aliyekî din ve di heman rojê de bi dehan ji niştedagîrên herêma rojhilat êvara Înê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşanderên niştedagîr ji otostrada Vîllat dest pê kir û li nava kolanên bajêr geriyan, piştre xwepêşandan veguherî sekn û nîv saetê li pêşiya navenda waliyê Tirkî ya li Seraya Kevn(avaniya Meclisa Zagonsaz a berê).

Niştedagîran ji bo berdana sermilîsê “Kombûna Şuhada Şerqiyê” Ebû Xewle Mo Hesen daxwaza hevdîtina waliyê Tirkî kirin lê belê walî ew pêşwazî nekirin.

Nûçegihan bi bîr xist ku milîsên “Şurta Medeniyê” û istixbarata Tirkî soz dan niştedagîran ku mesaja wan bigihînin waliyê Tirkî.

Piraniya teqînan li herêma Efrînê di çarçoveya kîn û tolhildana milîsan ji hev, li ser herêmên dijberî, rêbend û sepandina bacan de tên. Lê zêde ku bi rêya teqînan, dikanên bazirganiyê li dorhêla herêma teqînê didizin û talan dikin.

Dagirkeriya Tirkî hewl dide ku çekdarên xwe yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ji tawanên wek terorkirin û binpikirinên bi zanabûn û mebest bêguneh bike.

Related posts