Welatiyekî Kurd li Efrînê sê caran li pey hev hat binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Istixbarata dagirkeriya Tirkî û milîsên “Polîsên Leşkerî” 30’yê Hezîranê xortekî Kurd bi bihaneya ku dema rêveberiya xweser tevlî nava hêzên leşkerî bû, bin çav kir û bir zîndana gundê Maratê yê bi ser bajarê Efrînê ve.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dewriyeyeke hevbeş a istixbarata Tirkî û “Polîsên Leşkerî” welatiyê bi navê Ebid El-Ruhman(Berazî) ji mala wî li dorhêla postexaneyê bin çav kir û birin zîndanê û wiha dewam kir;

Welatiyê Kurd Numan 35 salî ye, ew ji şêniyên gundê Bozîkê yê Cindirêsê ye.

Ebid El-Ruhman Numan demeke berê 2 caran ji aliyê çekdarên milîsên Îslamî ve hat binçavkirin. Cara dawiyê milîsên “Polîsên Leşkerî” ew neçar kirin ku 3100 lîreyên Tirkî bide piştre milîsan misogernameyek pê îmze kir.

Lê belê ew misogername tenê weke kaxez ma ji ber ku careke din welatî ji aliyê milîsan ve û weke cara sêyemîn hat binçavkirin.

Milîsên Îslamî sivîlên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan direvînin. Revandinê yek ji rêbazên ku milîs ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi kar tînin,e ku istixbarata Tirkî bi armanca valakirina Efrînê ji Kurdan û rê li pêşiya vegera koçberan bigire, bi xwe serpereştiya prosesên revandinê dike.

Related posts