Li gundê Dargirê binçavkirin û li gundê Maratê jî 2 malbat hatin qewitandin

AFRINPOST

Istixbarata dagirkeriya Tirkî û milîsên polîsên sivîl ên Ixwan Mislimîn roja Sêşemê 30’yê Hezîranê 6 welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Dargirê yê navçeya Mabetayê bi bihaneya peywendiya wan li gel rêveberiya xweser bin çav kirin.

Rêxistineke Mafên Mirovan a Efrînê teqez kir ku dewriyeyeke ji istixbarata Tirkî û milîsên polîsên sivîl saet 5’an bi ser hinek malên Dargirê de girtin û navên wan jî wiha ne; Îmad Hisên Qadêr 35 salî, Ebdo Bin Mihemed Abdullah 35 salî, Mihî El-Dîn Elîko 50 salî, Cemal Umer Elîko 25 salî, Sebrî Ehmed Mihemed 40 salî . Milîsan ew birin navendên binçackirinê.

Her wiha milîsên Firqeya El-Hemze roja Çarşemê 1’ê Tîrmehê welatiyekî Kurd bi navê Luqman Şêxo li mala wî li gundê Maratê yê bi ser Efrînê ve qewitand. Piştre mala wî desteser kir û niştedagîrek bi navê Feyad ku li ba sermilîsê El-Hemze yê bi navê Mutez Abdullah karê ragihandinê dike. li şûnê bi cî kir

Her wiha mişîsan di heman demê de welatiyekî Ereb bi navê Ebû Ibrahîm ji mala wî qewitand û li şûna wî niştedagîrê bi navê Xalid Abdullah birayê sermilîs li gund bi cî kir.

Related posts