Li gundê Kotana yê Bilbilê milîsên “Sultan Mûrad” destdirêjî li keçeke Kurd kir

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn beriya mehekê li gundê Kotana yê navçeya Bilbilê, keçeke Kurd 20 salî ji bavê wê ji bo zewacê xwestin.

Milîsan mixtarê gund bi xwe re birin mala bavê keçê, lê belê bavê keçê xwesteka çekdaran red kir. Ji ber vê yekê çekdaran li bavê keçê da û keça 20 salî bi zorê revand da ku bi çekdarekî re bidin zewicandin.

Piştî 3 rojan keçik ji malbatê re vegerandin û diyar bû ku ew her 4 çekdarên ku hatibûn mala keçikê, destdirêjî li wê kirin ango têkiliyên seksî pê re kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, li herêmên dagirkeriya Tirkî rewşên destdirêjiya li jinan rojane dubare dibin.

Qaşo dadgehên dagirkeriyê li herêmê hene, lê belê biryarên wan tenê li ser Kurdan derbasdar in. Di rewşa asayî de kesên ku destdirêjiyê li jinan dikin weke sûcdar tên dîtin lê li ba dadgehên dagirkeriya Tirkî eger çekdar sûcekî bikin, paşguh dikin û doz bê hesab û lêpirsîn derbas dibin.

Çavdêriya Sûrî nûçeya destdirêjiya li keça Efrînî roja Sêşemê 30’yê Hezîranê belav kir lê belê neçar ma ku nûçeyê ji malperê rake ji ber ku milîsên Ixwanî gef li malbatê xwarin ku eger derbarê mijarê de agahiyan bidin, dê werin tesfiyekirin.

Rewşên destdirêjiyê li herêma Efrînê di navbera sermilîs û hevjînên wan bi şeweyekî pir tên kirin. Yek ji rewşên bi navûdeng jina ku ji aliyê Ebû Emşê ve hatiye tecawizkirin bû ku hevjîna çekdarekî Ebû Emşe li navçeya Şiyê bi xwe bû. Her wiha çekdar li herêmê hewl didin ku malên Kurdên koçber bikin kerxane.

Related posts