Li Cindirêsê teqînek rûda û niştedagîr ji ber tevliheviya ewlehiyê ji Enqereyê dilgiran û bi hêrs bûne

AFRINPOST-Taybet

Li gorî çalakvanên Kurd ên li Efrînê dişopînin, hemû teqîn ji aliyê milîsên Îslamî bi ferman û talîmatên istixbarata dagirkeriya Tirkî ve, bi armanca koçberkirina Kurdên li Efrînê mane, pêk tên.

Di vê çarçoveyê de li navenda navçeya Cindirêsê ya gundewarê Efrînê otomobîleke bombebarkirî teqiya û hinek şênî û niştedagrî bûn qurbanî û birîndar lê hejmara wan hê zelal nebûye.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand otomobîla bombebarkirî cihek li pişt navendên milîsên bi navê “Cebha El-Weteniyê Liltehrîer” armanc girt.

Dîmenekî girtî xuya kir ku niştedagîrek qêriya û lewm avêt ser Enqereyê ku herêm radestî çekdaran kiriye. Çekdar û niştedagîr jî hebûna xwe li Efrînê bi dagirkeriya Tirkî û hêzê ve girê didin û gotinên nerewabûna wan li Efrînê paşguh dikin.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê piraniya teqînan di çarçoveya tesfiyakirina hesab û kînên di nava milîsên ku li ser dizî û standina bacan li ser rêbendan de de pêk tên lê zêde dema teqîn pêk tên hemû dikan û tiştên li drohêla herêma teqînê talan dikin ango teqînan bi zanabûn pêk tînin da ku bi hêsanî dizî û talaniyê bikin.

Related posts