Waliyê dagirkeriya Tirkî li Efrînê çarenûsa jinên girtî aşkere nake

AFRINPOST-Taybet

Pevçûnên navxweyî yên di navbera milîsên “Firqeya El-Hemze” ji aliyekî ve û niştedagîrên ji Xûtaya Şamê û çekdarên wê yên bi nave milîsên “Ceyş El-Îslam” û “Ehrar El-Şam” ji aliyekî din ve yek ji rêzesûcên ku çekdarên dagierkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji dema ku herêma Efrînê dagir kirine, aşkere kir.

Di encama pevçûnên çekdarî yên di navbera her du aliyan de bi dîmen û belge diyar bû ku çawa di zîndanên çekdarên dagirkeriyê de jinên girtî di nav de yên dayîk pev zarokên xwe hene û rû bi rû bi heqaret û îşkenceyên giran re dimînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku waliyê dagirkeriya Tirkî li Efrînê razî nebû ku rewşa jinên Kurd ên girtî piştî bûyerê ku di zîndanên milîsên“Firqeya El-Hemze” de bûn, zelal bike. Ev bi tena serê xwe teqez dike ku revandina jinan bi serpereştî û agahdariya dagirkeriya Tirkî pêk tê.

Nûçegihanê Afrinpostê Ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku xwediyên jinên girtî berê xwe dan navenda waliyê Tirkî li Efrînê(meclisa zagonsaz a berê) da ku çarenûsa keç û jinên girtî nas bikin.

Çavkaniyê diyar kir ku yek ji xwediyên jinên revandî ku li ba milîsan girtî ne got ku waliyê Tirkî ji wan re gotiye ku jinên girtî ne ba wan û ne jî li ba milîsên “polîsên leşkerî” ne û ew tiştekî derbarê wan de nizanin.

 31’ê Gulanê ji çavkaniyên xwe ragihandibû ku milîsên “Firqeya El-Hemze” 26 jin û mêrên revandî ji zîndana milîsên “polîsên leşkerî” birin navenda xwe li bajarokê Basûtî û bo sermilîsê wan yê bi navê “Abdullah Helawa” hatin radestkirin.

Related posts