Li gundê Celemê yê Cindirêsê ji ber hewldana çekdaran a avakirina kampekê ji niştedagîran re li qada gund tansiyon derket

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn hewl dan ku avê ji ser erdên çandiniyê yên gund bibirin û kampekê li qada gund ji niştedagîran re ava bikin. Ji ber vê yekê şêniyên gundê Celemê xwepêşandanek li dijî çekdaran li dar xist.

Nûçegihan diyar kir ku ava ku çekdar dixwazin ji ser gund bibirin, erdên çandiniyê yên şêniyên gund bi 10 hektaran pê tên avdan. Çekdarên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne bi vê yekê hewl didin ji niştedagîrên ku ji gundewarên Idlibê hatine re kampekê li qada gund ava bikin.

Li gorî nûçegihan 300 kes ji şêniyên gund komî ser hev bûn û hewldanên çekdaran red kirin ku di navbera şêniyên gund û çekdaran de hêjî tansiyon berdewam e.

Li gorî agahiyên heyî, ya bi navê komeleya “El-Seadê” li qada Goliya ya bi ser girê bajarokê Celemê ve, bi erêkirina meclisa Celemê û Cindirêsê yên dagirkeriya Tirkî û tevî nerazîbûna şêniyan ji du rojan ve ku rednameya xwe pêşkêşî meclis û navendiyên milîsan kiribûn, dest bi karên avakirina kampê kirin.

Piştî ku çekdaran bi buldozeran dest bi kar kirin, ava kaniyê hat birîn, piştre şêniyan ji nû ve av vekirin, piştre dîsa hat qutkirin ku di encamê de tansiyon di navbera wan de li bajarokê derket.

Berê(Rêveberiya Xweser) qad milkê giştî bû, şêniyan pez lê diçêrandin her wiha şahiyên Newrozê, geşt û dewat lê çêdibûn.

Li gorî çavkaniyan li dorhêla gund rûpîvanên vala û neçandinî hene ku pêkan e li wir kamp ji bo niştedagîran were avakirin û bêyî ku ti bandorê li ser milkên Kurdan û kelepora bajarokê bibe, lê zêde avakirina kampê li nêzîkî zeviyên fêkî û baxçeyan dê zirareke bigihîne erdên çandiniyê û ji aliyê niştedagîran ve werin dizîn.

Çavkaniyan bi bîr xistin ku komeke ji derdora 100 kesî ji Kurd, Ereb û Turkmen(5% Turkmen û 7% Ereb) da ku nerazîbûna xwe ji ber avakirina kampê ragihînin, roja Înê berê xwe dan meclisa navxweyî û navenda waliyê dagirkeriya Tirkî lê belê bê encam vegerînin.

Hinek şêniyên gund tercîh dikin ku endamên meclisê û serokê wê yê bi navê Mehmûd Elî beramberî avakirina kampê li qada gund pere ji niştedagîr û çekdaran birine.

Related posts