Çekdarên Milîsên “El-Weqas” bi serkêşiya “El-Gol” li ser rêya Şiyê ajokarekî taksiyê şeland

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê li herêmê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Şiyê ragihand ku çekdarên milîsên  “Lîwa El-Weqas” roja Pêncşemê diziyeke çekdarî li ser rêya di navbera gundê Hêkiçê û Meraniyê pêk anî ku hemû tiştên pereyên ajokarekî taksiyekê jê şelandin.

Nûçegihan destnîşan kir ku bûyer dema ku ajokar taksiyeke bi pereyan ku nexweşek ji derbasgeha “Bab El-Hewa” li Idlibê dibir gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê, çekdaran rê li wî birî û 800$ ji wî standin lê zêde telefona wî ku heqê wê 170000 L.S jê şelandin û wiha dewam kir; heman komê bi serkêşiya yê bi navê “El-Gol” sermilîsê milîsan li her du gu ndan e(Hêkiçê û Meraniyê) beriya hefteyekê niştedagîrekî ji Humsê li heman herêmê li ser rê şeland.

Related posts