Milîsên Îslamî û niştedagîran li Efrînê berhemên pelên rezan desteser kirine

AFRINPOST-Taybet

Berhema pelên rezan yek ji jêderên darayî û jiyanî ya çotkarên herêma Efrînê ye û bi taybet li navçeya Bilbilê û Raco ku li wir gelek rezên tirî hene.

Îsal berhema pelên rezan li gorî salên borî û ji ber gelek sedeman qezencê nadin xwediyên wan û ew sedem jî ev in:

Erdên heyî ji ber koçberiya xwediyên wan û necotkirinê bûr bûne, lê zêde bilindbûna lêçûnên xizmetê wek cotkirin, kesaxîkirin û semadê  her wiha niştedagîr bi serbestî û bêyî ku ti hesab û lêpirsînê, pezê xwe li nava rezan diçêrînin û diziya berhemên wan ji aliyê çekdar û niştedagîran vet ê kirin.

Li gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê milîsên “Feyleq El-Şam” bac bi rêjeya 50% li ser berhemên rezên koçberên Efrînê sepand her wiha li ser xwediyên rezan ên ku li gund in jî, bac bi rêjeya 20% sepand û ew jî piştî nîşandana fatûreyên firotinê yên sûka El-Hal pêk tên.

Li gundê Kokanê yê navçeya Mabetayê jî milîsên “Firqeya El-Hemze” çotkaran neçar dikin ku berhemên pelên rezên tirî bifiroşin niştedagîrekî ji herêma Cebel El-Hes bi nirxê 600L.S ji bo her KG. Tevî ku tê zanîn ku yek kîlo bi 1700L.S li sûka El-Hal a bajarê Efrînê tê firotin. Cotkarên ku berhemên pelên rezan nefiroşin milîsan jî, milîs pezan li nava rezê wî weke ceza diçêrînin.

Li gundê Qîbarê yê bi ser Efrînê ve, milîsên “Lîwa El-Mutesim”  rezê welatiyê Kurd Henan Erfo yê li nêzîkî xaçerêya gund dikeve, ji xwe re çinî û li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê firot.

Li gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê milîsên “Feyleq El-Şam” bi şev berhema pelan dizî û bi roj jî niştedagîr pezê xwe li nava rezê wî û li pêşiya çavên wî diçêrînin.

Li gundê Qurnê û Baliya yên navçeya Bilbilê yê bi navê Ebû Nîçîrvan ku bi xwe Tirkmenî ye ji şêniyên gundê Yazbaxê ye, tenêmilîsan mafê bazirganiya bi pelên rezan daye wî ku ji cotkaran her kîloyekî bi 600 L.S dikire û nahêle cotkar li sûkên Efrînê berhemên xwe bifiroşin.

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê jî, niştedagîrekî Xûtaya Rojhilat li gel çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” peyman girê daye ku li dikana xwe ya li ser rêya Servîs, her kîloyekî ji cotkaran bi 500 L.S dikire û bi 1500L.S difiroşe.

Li gundê Eşûnê yê navçeya Bilbilê yê bi navê Ebû Gasim ji gundê Hecîre ye û bi xwe çekdarekî milîsên “Feyleq El-Şam”  e, li ser her otomobîleke bi pelên rezên tirî barkirî ye, 5000 L.S disepîne.

Li gundê Mamila yê navçeya Racoyê jî, milîsên “Sultan Mihemed El-Fatih” giştî berhema rezên koçberên gund desteser kirine û li gundê Umera jî mixtarê gund bi peymana li gel çekdaran mewsimê bi xwediyê rez parve dike.

Rêbenda rojava ya bajarê Cindirêsê jî li ser otomobîlên bi pelên rezan barkirî ne, 1000L.S weke bac disepîne.

Li gundê Xelîlaka û Qirigolê yên navçeya Bilbilê, çekdar û xwediyên wan ên niştedagîr hemû rezên tirî yên şêniyên her du gundan dizîn. Piştî dizînê difiroşin bazirganekî ji El-Ristenê ku bi xwe li bajarokê Şera niştecih e. Li gundê Bîbaka jî mewsima pelan bi giştî tê dizîn ku gihîştiye astekê xwediyên wan nikarin pêwîstiyên xwe yên jiyanî ji berhema rezan peyda bikin.

Milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal”  jî ji bo her mêweke tirî li ser xwediyê rez 100 L.S li herêma jêr kontrola wan disepînin.

Li gorî rapora ofîsa ragihandinê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) PYDKS, li bajarokê Badîna yê Racoyê rezên welatiyên bi navê Mihemed Ehmed Îbiş, Hisên Xelîl Ebdo, Hisên Mihemed Mihemed ji aliyê milîsan ve hat çinîn û dizîn.

Li navçeya Şiyê, milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah”  bac 15% li ser berhema pelên rezên tirî sepand lê zêde li ser xwediyên otomobîlên barkêşiyê jî bac sepandin. Her wiha milîsan bazirganekî xwe bi kirîna berhemên pelan erkdar kiriye û cotkaran neçar dikin ku berhemên xwe bi 400 L.S bifiroşin wî ku hemû berhemên ji cotkaran tên kirîn jî, li mala niştedagîr Walid Mihemed El-Casim ya li nêzîkî têketina bajarokê dikeve kom dikin, da ku bifiroşin derve.

Related posts