Milîsên “Sultan Mûrad“ stasyona avê ya gundê Qeretepe talan kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad ” a dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, li vê dawiyê hemû tiştên koma avê ya li gundê Qeretepe talan kirin.

Nûçegihan teqez kir ku koma çekdar a bi serkêşiya “Ebû Eşqer” hemû deriyên avaniyê û dînemo vekirin lê zêde hemû tiştên avaniya avê ya şirketa avê li Efrînê talan kirin û wiha dewam kir;

Beriya demekê milîsan hemû tiştên hola şahiyan ên bi navê Amed û Diyar ku li ser rêya sereke dikevin talan kirin û niştedagîr beramberî pereyan û bi şêweyekî mehane lê bi cî kirin.

Hemû saziyên giştî li Efrînê rastî dizî û talaniyeke berfireh li ser destên milîsên Îslamî ve hatin ku di encamê de ji xizmetê derketin û bi taybet toreyên tansiyona kehrebeya bilind, bîrên hikûmî, pifdan, jeneretor, maşîne û ji bilî mal û milkên sivîlên Kurd li Efrînê hatin dizîn û talankirin.

Related posts