Îlham Ehmed: Herêma Ewle divê ji hundir û derve ve parastî be

AFRINPOST/Taypet
Seroka hevpar a desteya cîbicîkirnê ya “MSD”ê Îlham Ehmed ji AFRINPOST re anî ziman ku: Herêma Ewle divê were wê wateyê ku ji hundir û derve ve parastî be, ango divê herêmên desthelatdariya “HSD”ê gefênlêxwerina şerî ya dagîrkeriya Tirkiyê were parastin, herwisa ji vişar û gefên Rejîma Sûriyê jî.

Derbarê mebesta serokê U.S. Donald Trump bi “Herêma ewle”, çawanî û armanca wî ji wê herêmê çiye, Îlham Ehmed ji AFRINPOST re wisa da xuyakirin:
“ta niha em dixwazin têbigihêjin ka çi mebesta wan ji ewê herêmê heye, lê belê ya ku em dizanin ew e ku divê ”Herêma Ewle” ji hundir û derve ve were parastin, da em jî bikaribin aramî û ewlehiya herêmê biparêzin, ew aramiya ku gaveke giring e ji bona pêvajoya avakirina Sûriyeke dêmokratîk û nenavendî.

Ji aliyekê din ve Navborî di derbarê danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re bibîr xist ku: “heya niha çi encam ji ewan danûstandinan derneketiye, û em nikarin bêjin ku me destpêkiriye, belam tenê hinek daxuyanî di derbarê erêniya gotûbêjîkirinê li vir û li wir hene”.

Di berdewamiya axaftina xwe de, li ser xasteka Amerîkiyan ku ji “MSD”ê xastiye di gotûbêjiya xwe ya bi Rêjîmê re ne lez bin an jî rawstin, Ehmed got: “ Amerîkiyan danûstandinên me bi Rêjîmê re ne birîne, berovajî wê rêjîma Sûrî paşguh dike ku gavan bo danûstandinan bavêje, ew jî ji ber egerên Navdewletî û Herêmî ye”
Wisa îlham Ehmed got:” ew daxuyaniyên bo parastina Kurdan derdikevin tenê gotinin, herwiha em dizanin ku hinek welat rola xwe lîstin daku hêrişa Tirkiyê ji ser me bidin alî, û em bihêvî ne ku ev kiryarên erênê berdwam bikin, da ewlehiya Navdewletî jî were parastin”.

Related posts