Milîsên dagirkeriyê keriyekî pez li Şêrawa dizîn

Afrinpost-Taybet

Li gorî çavkaniyên herêmê milîsên dagirkeriya Tirkî hefteya borî, keriyekî pez yê şivanekî ji dorhêla gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa dizî û bir gundê Beradê.

Çavkaniyan diyar kirin ku milîsên “Firqeya Elhemze” yên li gundê Beradê bi cî bûne, keriyekî pez ji 85 seriyan yê welatiyê bi navê Ehmed Ferec ji şêniyên gundê Meyasê dema ku pezê xwe li herêma di navbera gundê Meyasê û Beradê de diçêrand, dizî û wiha dewam kirin;

Milîsan piştî hefteyekê ji dizîna keriyê pez, 50 serî vegerandin herêma ku jê dizîn û yên mayî jî, ji xwe re hiştin.

Dizîna keriyê pez hemwextî tevgera revandin û bazirganiyê ya di navbera milîsên dagirkeriya Tirkî û milîsên rejîma Sûrî yên li bajarokê Zehra û Nubilê de bê navber dihat kirin, pêk hat.

.

Related posts