Li Efrînê milîsên Îslamî li ser talaniyê şerê hev kirin… kuştî û birîndar çêbûn

Afrinpost-Taybet

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan roja Şemiyê di navbera milîsên Îslamî de li ser dizî û talaniyê şer û pevçûn derket.

Rewangehê destnîşan kir ku şer li navînê Efrînê destpêkê bi çekên sivik û navîn dest pê kir û piştre her ku çû şer giran bû ku çekên giran weke bombe û moşekên ji cureya RPG hatin bikaranîn û şêniyên Efrînê ketin nava tirseke mezin.

Li gorî rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, şer di navbera milîsên “Lîwa 51” û “Cebha Elşamiyê” de derket . Di encama şerê navxweyî yê milîsan de çekdarek ji milîsên bi navê “Lîwa 51” hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Di vê çarçoveyê de hinek çavkaniyan ji Afrinpostê re diyar kirin ku sedemên şerê navxweyî yê milîsan li ser ji nû ve belavkirina xenîmeyên ku ji kurdên Efrînê talan kirine, bû.

Tê zanîn ku piştî Efrîn hat dagirkirin, milîsên Îslamî gund, navçe û bajarokên wê di navbera xwe de dabeş kirin ku ji wê rojê û şûnde her milîsekê navçeyek desteser kir û dest bi dizî û talaniya mal û milkên Efrîniyan kirin. Piştî dabeşkirina gund û navçeyan di navbera milîsan de êdî nema ku her milîs dizî û talaniyê derveyî herêma xwe bikin, ji ber vê yekê bi şêweyekî dorveger di navbera milîsan bi xwe de li ser xenîmeyan şer derdikevin.

Related posts