Li gundê Kibêşîn, Qestela Kîşk, Ên Hecer û Mareskê yên gundewarê Efrînê hemleyên revandinê

Afrinpost-Taybet

Li herêma Efrînê ya dagirkirî hefteya borî hemleyên revandin û binçavkirinê ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn zêde bûn.

Dagirkeriyê û milîsan bi armanca koçberkirina Efrîniyên mayî û pêkanîna guhertina demografîk ji bo niştedagîran, revandin û binçavkirinê berdewam dikin.

Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê roja Înê ragihand ku milîsên “Feyleq Elşam” welatiyê bi navê Hafiz Berekat dema ku pezê xwe li gundê xwe Kibêşînê yê navçeya Şêrawayê, diçêrand, bi hinceta ku li herêma temasê ya qedexekirî bû, revand û birin cihekî nediyar.

Her wiha çekdarine ji koma yê bi navê  “Ebû Şeqra” yên “Firqeya Sultan Mûrad” welatiyê bi navê  “Ebdo Şêxmûs” ê 41 salî ji mala wî li gundê Qestela Kîşk a navçeya Şera bi tawana girêdana wî bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê re revand û bir cihekî nediyar. Lê belê sedema rastîn a revandina welatî Ebdo ji ber ku razî nebû mala xwe ji çekdaran re ji ber cihê wî yê stratejîk vala bike û veguherînin navendeke leşkerî, revand.

Her wiha li Efrînê jî istixbarata Tirkî hefteya borî welatiyê Ereb ê bi navê “Elî Şêro” pev malbata wî ji mala wî ya li taxa Zîdiyê revandin. Milîs bi kûçikên polîsî û alavên taybet bo teqînan bi ser mala wî de giritn û venêrîn, piştre istixbarata Tirkî hevjîn û zarokên wî berdan. Welatî Elî Şêro yê 65 salî ji gundê Kokebê ye, ew bi nexweşiya şekir û dil bû û rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû.

Dîsa li bajarê Efrînê istixbarata Tirkî welatiyê bi navê “Ehmed Reşîd” ji şêniyên gundê “Eyn Hecerê” yê navçeya Mabeta, bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser a berê revand.

Koma yê bi navê Welîd Kedro ya milîsên “Cebha Elşamiyê” jî roja Înê, welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Izet Xelîl ji mala wî ya li gundê Maserkê yê navçeya Şera revand û li beramberî berdana wî fidyeyeke malî bi qasî 3 hezar dolar Amerîkî xwestin.

Related posts