Ciwaneke kurd ji çerxerêya Maratê piştî berdana hevjînê wê hat binçavkirin

Afrinpost-Taybet

Istixbarata Tirkî beriya du rojan ciwaneke Kurd bi navê Şîrîn Mihemed a 21 salî ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta ye, bin çav kir.

Beriya demekê hevjînê wê Hemûdê Weqas li ba wan girtîbû ku piştî berdana wî hevjîna wî Şîrîn tevî ku zarokekî wê nûbûyî heye, bin çav kir.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku roja Yekşemê ciwana Kurd ji mala wê li dorhêla çerxerêya Maratê hat girtin.

Li herêma Efrîna dagirkirî hêjî hemleyên astengkirina û revandina şêniyên kurd berdewam e. Milîsên

“Seid Bin Ebî Weqas” meha Sibata borî, welatiya kurd Eyşe Xelîl Kedro ji şêniyên gundê Kefer sefrê bi hinceta ku berê li gel rêveberiya xweser kar dikir hat revandin. Her wiha istixbarata Tirkî beriya çend rojan 4 jinên Êzdî ji gundê Birc Ebdalo û Kîmarê yên navçeya Şêrawayê revandin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûriyê 25’ê Mijdara 2019’an bi boneya roja cîhanî ya tekoşîna li dijî jinê ku dikeve 25’ê Mijdarê, şehîdbûna 120 jinî û birîndariya 420’an ji destpêka dagirkeriya Tirkî (20’ê Çileya 2018’an) ji herêma Efrînê re û 9’ê Cotmeha 2019’an ji Serê Kaniyê û Girê Spî re belge kirine.

Related posts