Kalemêrekî 83 salî bi topbarana dagirkeriya Tirkî li gundê Um Elhûş birîndar bû

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî” naskirî ne, bi topbarankirinê koçberên Efrînê li Şehbayê ditirsînin da ku wan ji wir jî bidin koçberkirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihan da zanîn ku dagirkeriya Tirkî herêmên Şehbayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de welatiyekî Kurd bi navê Mehmûd Elebûd(83salî) ji şêniyên gundê Um Elhûş e, birîndar bû.

Topbarana dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî ve li ser gundewarê Efrînê yê ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve tê parastin her wiha li ser herêmên Şehbayê ku hêzên rejîma Sûrî li wir in, bê navber tê kirin.

Related posts